Li Tebqayê 23 hezar darên Zeytûnan tên çandin

Bi aramanca xwetêrkirinê Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê a Tebqayê projeya çandina 23 hezar darên zeytûnê da dest pê kirin.

Di vê çarçoveyê de wê li deverên Ebû Qibê hezar û 418 donim, Hemam hezar û 800 donim, Kerîn 9 hezar donim û Tiwêhne 3 hezar donim dar bên çandin.

Têkildarî mijarê hevseroka Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê Cîhan Elo ji ajansa ANHA’yê re axivî û got:

“Em ji projeyê armanc dikin ku rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin.”

Cîhan Elo da zanîn ku heta niha 19 hezar dar li gundên Karînê û Tiwêhne hatine çandin û hêjî piroje dewame dike.

Cîhan Elo bang li şêniyan kir ku ji bo serketina projeyê bi wan re bibin alîkar.

Tê payîn ku di mehên biharê de ev piroje bi dawî bibe.

Back to top button