Misirê banga pêşîlêgirtina şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve kir

Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şikrî banga pêşîlêgirtina şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve kir.

Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şikrî bi hempîşeyê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re bi riya telefonê derbarê rewşa dawî ya Lîbyayê de axivî.

Herdu aliyan li ser çareseriya siyasî ji bo Lîbyayê li gorî biyarên navdewletî destnîaşn kir.

Samih Şikrî teqez kir ku divê bi hêzeke xurt li pêşiya şandina çeteyên biyanî ber Lîbyayê ve were girtin.

“YE” Li ser xeteriya destwerdanên derve di Lîbyayê de fikarên xwe anî ziman

Ji aliyê xwe ve Yekîtiya Ewropayê li ser xeteriya destwerdanên derve di Lîbyayê de fikarên xwe anî ziman.

Nûnerê Bilind yê Ewlehî û Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell jî got ku ne di berjewendiya wan de ku baregehên leşkerî yên Tirkiyê li Lîbyayê hebin.

Back to top button