Li Mexmûrê çalakiya nobetê di roja 202’an de ye

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 202’an de ye.
Îro jî koma 40’emîn bi biryardariyek mezin çalakî dewir girt.

Çalakî nobetê li Saziya Ciwanan bi amadebûna gel û xebatkarên wargehê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Li ser navê koma 39’an rojnamevan Mizgîn Kara daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de qala tecrîda girankirî hate kirin û hate gotin:

“Tecrîda ku tê meşandin di kesayeta Rêber Apo de li ser tevayî gelê Kurd û mirovahiyê ye.

Ji ber ku Rêbertî netenê rizgarkerê gelê Kurd, di heman demê de yê mirovahiyê ye jî.”

Her wiha çalakvanan balkişandin li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayan û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker sûcê şer dike.

Piştî axaftinê koma 40’an çalakî dewr girt.

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 196. de ye

Back to top button