Ukraynayê bi moşekan êrîşî Qirimê kir

Êrîşên du alî di navbera Rûsya û Ukraynayê de didomin.
Li gorî daxuyaniya Rûsyayê Ukrayna bi moşekan êrîşî Nîvgirava Qirimê kiriye.
Di vê êrîşê de pergalên parastinê yên hewayî ya Rûsyayê moşekên hatiye avêtin îmha kiriye.
Her wiha ji hêla Ukraynayê jî hat diyarkirin ku hêzên wan girêdayî Rûsyayê navendekî fermandeyê xistine.

Rûsya îdia kir ku Ukraynayê êrîşek mûşekan li ser Qirimê pêk anî.

Pergalên parastinê yên hewayî ya Rûsyayê moşekên hatiye avêtin, îmha kiriye.

Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku Ukraynayê bi moşekan êrîşî Nîvgirava Qirimê kiriye.

Di daxuyaniya wezaretê de wiha hate gotin:

“Hewldana êrîşa terorê ya rejima Kîevê ya ku li ser hedefên li ser xaka Rûsyayê ku moşekan bikaranîbûn hat astengkirin.”

Ukrayna: Me navenda fermandeyê xist

Navenda Peywendiyên Stratejîk ê Hêzên Çekdarî yê Ukraynayê diyar kir ku nêzî bajarê Sîvastopol ê Nîvgirava Qirimê girêdayî Rûsyayê navendekî fermandeyê xistine.

Daxuyaniyên ji hêla Navendê hat kirin û gotin:

“Hêzên Çekdarî yê Ukraynayê nêzî bajarê Sivastopolê navendekî fermandeyê yê yekîneyên Rûsî xistin.”

Li aliyê din Fermandarê Yekîtiya Stratejîk û Operasyona Tavriya yê artêşa Ukraynayê Aleksandir Tarnavskiy li ser medya civakî agahiyek parve kir.

Tarnavskiy di parvekirinê xwe de diyar kir ku artêşa Rûsî li hêla Tavriyayê pevçûnên xwe zêde kiriye.

Her wiha anî ziman li ser heremên navborî 47 pevçûn rû daye.

Aleksandir Tarnavskiy da zanîn Rûsyayê di rojekî de li Herêma Operasyonê yê Tavriyayê de 25 êrîşên hewayî û moşekan pêk aniye.

Tarnavskiy teqez kir yekîneyên Rûsî 875 caran heremê topbaran kiriye.

Di navbera Ukrayna û Rûsyayê pevguhertina dîlan

Back to top button