Di navbera Ukrayna û Rûsyayê pevguhertina dîlan

Piştî şerê du salan a di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi navbeynkariya Îmaratê pevguhertina dîlan pêk hat.
Li gor vê pevguhertinê 230 Ukraynî û 248 Rûsî yên dîlên şer vegeriyan welatê xwe.

Ukrayna tevî ku ji welatên Rojavayî alîkariya çek û cebilxane girt, lê di êrîşên dijber de bi pêş ve neçû.

Bi navbeynkariya Îmaratê di navbera Rûsya û Ukraynayê de pevguhertina dîlan pêk hat.

Di çarçoveya pevguhertinê de 230 Ukraynî û 248 Rûsî yên dîlên şer vegeriyan welatê xwe.

Di daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê de hat destnîşankirin ku 248 leşkerên Rûsî di destê Ukraynayê rizgar bûn.

Şerê ku bi êrîşa Rûsyayê li dijî Ukraynayê dest pê kir di sala xwe yê duyem de didome.

Her çi qas her du alî jî êrîşên hewayî û bi fuzeyan pêk bînin jî heya niha serkeftinek çênebû.

Li ser êrîşên herî dawî rayedarên Rûs diyar kirin bajarê Belgorod yê li ser sînor Ukraynayê êrîşek pêk anîbû û di encamê de 25 kes hatibû kuştin.

Her wiha weke bersiv Rûsyayê jî li dijî Ûkraynayê bombebarana herî dijwar pêk anîn û di encamê de 40 kes hatibûn kuştin.

Rûsya: Ukraynayê careke din êrişî bajarê Belgorod kir

Back to top button