Siyastmedarên herêmê: Projeya Rêber Ocalan projeya rûmetê ye

Komploger ji bo berjewendiyên xwe bi ser bixînin ketin nav liv û tevgerekê û komploya 15’ê sibatê pêk anîn.Endamê Meclisa Giştî ya PYD a navçeya Şedadê Rafet Derwîş ,û Fadil El-Ehmed, hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo diyar kir ku belavbûna îdeolojiya rêber Apo û bandora wê li ser pêkhateyan, komploya li dijî wî têk bir 

Ji komkujiya 15’ê Sibata 1925’an a li dijî Şêx Seîdan heta bi komploya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Apo , gelê Kurd sed salî di bin siya kêra qirkirinê de ma.

Ev komplo ji bo tunekirina gelê Kurd bû.

Ji ber vê yekê gelê Kurd 15’ê Sibatê weke “Roja Reş” di hiş û mejiyê xwe de kola û ti carî qebûl nekir.

Salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo nêz dibe, rê re jî hêrsa li dijî tecrîd û komlpyê zêde dibe.

Di vî alî de bangên bidawîkirina tecrîdê û azadkirin fîzîkî ya Rêber Apor jî bilind dibin.

Endamê Meclisa Giştî ya (PYD) a navçeya Şedadê Rafet Derwîş têkildarî Komployê ji ajansa Hewarê re axivî .

Rafet Derwîş diyar kir di dîroka mirovahiyê de bi taybet li gel pêvajoya krîzan, Rêberek ji bo çareserkirina krîzan derket û got :

“Îro taybetmendî û ramana Rêber Apo ji bo vê aloziyê û pêvajoya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, çareserî ye.

Em îro hemû pêkhate bi hev re dijîn:

Projeya Rêber Ocalan projeya rûmetê ye.”

Di heman çarçoveyê de, endamê PYD’ê Fadil El-Ehmed nirxandin kir.

Fadil El-Ehmed îşaret bi tecrîda li ser Rêber Apo kir û got:

“Armanca wan ew e ku di şexsê Rêber Ocalan de ku her tim daxwaza azadî û mafên hemû gelan dike, tevgera kurdî têk bib.”

Li ser armanca komplo, hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo jî nirxandin kir.

Mihemed Şêxo piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê dewam komployê ye.

Back to top button