
Şanderê NY bo Sûriyê Geir Pedersen, bang li Amerîka û Rûsyayê kir ku sûdê ji kêmbûna şerê bigirin û dest bi danûstandinan aştiyê li Sûriyê bikin.
Duh, Pedersen ji Konseya Ewlekariyê, ku ji 15 dewletan pêk tê, re axivî û diyar kir ku “ji destpêka şerê li Sûriyê, gelek fersendên veguherîna ber bi çareseriyeke siyasî ve wenda bûne û piştî her fersendeke wendayî jî, asta tundiyê bilindtir bûye”.
Di demekê de ku asta şerê li Sûriyê kêm bûye û gefên hevbeş ên Corona û DAIŞ’ê li gelên vî welatî dewam dikin, Pederson banga hevkariyeke navdewletî, ji bo avakirina baweriyê di navbera gelên Sûrî û aliyên navdewletî de kir.
Şanderê NY bo Sûriyê got:
Di nêrîna min de, diyalogên Amerîkî-Rûsî wê roleke sereke di vê derbarê de bilîzin.
Tê zanîn, Pedersen çaremîn şanderê NY ye, ku hewl dide aştiyê li Sûriyê pêk bîne.