Li Silêmaniyê, kesekî din bi vîrûsê ketiye

Pêla belavbûna vîrûsa Corona dîsa li Başûrê Kurdistanê rabûye û li parêzgeha Silêmaniyê kesekî din bi vîrûsê ketiye.

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku li parêzgeha Silêmaniyê kesekî 22 salî bi Coronayê ketiye.

Li gorî daneyên dawî, heta niha li tevahî herêmê 414 kes bi vîrûsê ketine, 5’an jiyana xwe ji dest daye û 375 ji vîrûsê baş bûne.

Her wiha 35 jî di bin çavdêriya bijîşkan de ne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 1158 kes bi vîrûsê ketine û 31 jî mirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî herî dawî hezar û 158 kesên din bi Coronayê ketine û 31 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê, jimara pêketiyan bû 150 hezar û 593 û ya miriyan jî gihîş 4 hezar û 171 kesan.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 1294 kesên din bi vîrûsê ketine, 69 jî mirin

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Tendurstiya Îranê jî da zanîn ku di nava 24 saetên borî de, hezar û 294 kes nexweş ketine û 69 jî bûn qurbanên vîrûsê.

Bi vî awayî, jimara pêketiyan gihîşt 122 hezar û 492 kesan û 7 hezar û 57 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button