Amerîkayê êrişî çekarên Îranê li Sûrî û Iraqê kirin

Artêşa Amerîkayê li Sûriyê û Iraqê êrişî navendên çekdarên Îranê kirin.
85 navendên çekdarên Îranê li Sûrî-Iraq hatin bombebaran kirin.
Di encamê de 34 kes hatin kuştin û 25 jî birîndar bûn.

Artêşa Amerîkayê dest bi pêleke nû a êrişên li dijî çekdarên Îranê kir.

Ev yek piştî êrişa çekdarên Îranê li dijî bargehek hêzên Amerîkayê li Urdunê ku di encamê de 3 leşker hatibûn kuştin û zêdetirî 40 leşkerên din jî birîndar bûbûn, pêk hat.

CENTCOM: Li Sûriye û Iraqê 85 navend bûn hedef

Şevê din balafirên şer yên Amerîkayê li Sûrî û Iraqê êrişî gelek navendên çekdarên Îranê kirin.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTKOM li ser mijarê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên wê yên hewayî li Iraqê û Sûriyê êriş li dijî baregeh û navendên Feyleq El-Quds a girêdayî Pasdarên Îranê û milîsên wê pêk anîne.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên leşkerî yên Amerîkayê bi zêdetirî 125 moşekan, zêdetirî 85 baregeh û navendên Feyleq El-Quds kirine hedef.

Navendên fermandarî û kontrolkirinê, îstixbatatê, depoyên moşekan û balafirên bêmirov, depoyên çek û cebilxaneyê û lojîstîk ên çekdar û pasdarên Şoreşê yên Îranê kirine hedef.

Di êrişan de 34 kes hatin kuştin û 25 jî birîndar bûn

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên Amerîkayê li ser dirêjahiya 130 km, ji bajarê Dêrazorê heta sînorên Sûriye -Iraqê gelek dever bombebaran kirin.

Di encamê de, 23 çekdarên Îranê hatin kuştin û dibe jimara kuştiyan zêdetir bibe ji ber ku gelek birîndar hene.

Her wiha 27 navendên çekdarên Îranê hatin bombebarankirin.

Li Iraqê 16 kes hatin kuştin

Li Iraqê jî, ji ber êrişên Amerîkayê heta niha 16 kes hatin kuştin û zêdetirî 25 kes birîndar bûn.

Bi giştî di encama êrişan de, 34 kes hatin kuştin û 25 jî birîndar bûn.

Şam û Bexda êrişên Amerîkaiyê şermzarkirin

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê êrişên Amerîkayê şermzar kir û ev hişyarî da:

“Êriş aloziya li herêma Rojhilata Navîn gûrtir bike.”

Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl êrişên DYA’ê wek binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kir.

Yehya Resûl diyar kir ku ew van êrişan wek gef dibînin ku ev êriş wan ber bi “encameke nediyar” ve dibin.

Serokê DYA Joe Biden: Êriş dê berdewam bikin

Serokê DYA’ê Joe Biden li ser êrişan axivî û wiha got:

“Hemû êrişên li dijî me li Sûriyê û Iraqê wê bê bersiv nemînin.

Di dem û cihê ku em bixwazin em ê bersivê bidin.”

Her wiha Biden got DYA hewl nade şerekî Ii Rojhilata Navîn yan jî li cihekî din ê cîhanê derxe.

Back to top button