Kombûna Jinan a Zenûbiya: Em ê têkoşînê berdewam bikin

Meclisa Kombûna Jinan A Zenûbiya bi daxuyaniyekê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, her wiha darvekirina çalakvanên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de sûcên desthilata Îranê li dijî gelên azad ên li Rojhilatê Kurdistanê, cezayên hovane li dijî her kesê banga mafên xwe yên rewa dike û darvekirina 4 ciwanên Kurd hatin şermezarkirin.

Her wiha berdewamkirina pergala dijminatiyê û qirkirinê ji aliyê hêzên faşîst ve, bi taybet dewleta Tirk ku çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar anîn, hate şermezarkirin.

Meclisê di daxuyaniyê de bang rêxistinên navneteweyî yên îdiaya mirovahiyê dikin hate kirin ku erk û berpirsyariyên xwe li hemberî sûcên li dijî gelê Kurdistanê têne kirin bi cih bînin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza berdewamkirina rêya têkoşînê, berxwedanê û têkbirina fikrê faşîst û pergala qirkirinê hate dayîn.

Back to top button