Li Tirbespiyê û Rimêlan şahiyên Newrozê pêk hatin

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî şahiyên Newrozê dewam dikin û gelên herêmê xwe ji bo pîrozbahiyên navendî amade dikin. Di vê çarçoveyê de, îro li navçeyên Tirbespiyê û Rimêlan şahiyên Newroz pêk hatin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 10’ê vê mehê ve bi çalakiyên cur bi cur Cejina Newrozê pîroz dikin.

Têkildarî mijarê, îro Meclisa Mabatên Şehîdan a herêma Cizîrê li navçeya Tirbespiyê şahiyek ji dayîkên şehîdan re li hola Siyahî li dar xist.

Di şahiyê de nameya KCK’ê ya ji bo dayîkên Şehîdan hat xwedin û tê de soza berdewamiya riya Şehîdan heta pêkanîna armancê wan hat dayîn.

Di dawiyê de xelat li dayikên şehîdan hatin belavkirin û ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helebçeyê dayîkan agirê Newrozê pêxistin.

Li Rimêlanê Newroz hate pîrozkirin

Her wiha Komeleya Emal a Mafên Mirovan û malbatên şehîdan ên li navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Til Hemîs û Til Birakê li parka bajarokê Rimêlanê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de Koma Alanya ya Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê berhemên xwe pêşkêş kirin.

 

Back to top button