Di çarçoveya tedbîrên ku ji bo pêşwazîkirina berhema genimê hatine wergirtin ,îro parêzgerê Hesekê bi endamên Komîteya Şaxî ya Bazirganiya Genim re, civiya.
Li gorî rûpela “Parêzgeha Hesekê”, Nûredîn Ehmed civînek bi endamên Komîteya Şaxî ya Bazirganiya Genim re li dar xist.
Di civînê de Fermandariya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a parêzgehê û nûnerên aliyên têkildarî demsala çandiniyê jî amade bûn.
Di civînê de amadekarî û tedbîrên ku ji bo pêşwazîkirina berhema genimê hatine wergirtin hatin nirxandin.
Her wiha mekanîzmayên hevrêziya di navbera aliyên têkildar de ji bo misogerkirina pêvajoya wergirtin û bazirganiyê bi awayekî herî baş hate gotûbêjkirin.
Ew jî da ku xizmeta cotkaran were kirin û serkeftina demsala çandiniyê were piştgirîkirin.
Parêzger bal kişand ser girîngiya hevgirtina hewldanên hemû saziyên têkildar û bang li hemû aliyan kir ku ji bo rakirina astengiyan li ber cotkaran bixebitin.



