Meclisa Kongra Star li dijî êrişa duh li ser navendeke Asayîşê daxwiyanî da.
Meclisê da zanîn ku dewleta Tirk ev sê salin bê navber ji bo qirkirin û tunekirina gelê kurd êrişî herêmê dike û got:
“Ev êrişên pêk tên armanca wan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e .
Êrişa ku duh li dijî navendeke Asayîşa Qamişlo pêk hat mînaka herî ber bi çave .
Êriş hem wextî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê pêk hat , ku Hêzên Asayîşê pêşengtiya vê Operasyonê dikin.
Ji bo ev operesyon bi ser nekeve û derfet ji çeteyên DAIŞ’ê re çêke ku careke din ji nûve zindî bibe û kirîzan di herêmê de bidin çêkirin ev êriş pêk anî.
Meclisa Kongra Star herî dawî bang li rêxstinên mirovî kir ku li hember van êrişan bisekinin.