Qonaxa 3’mîn a Operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê‘ ku hêzên Asayîşê bi piştgiriya QSD’ê li Kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞ’ê destpêkiriye, di roja 8’an de didome.
Îro jî di beşê duyemîn ê kampê de cebilxane û bombeyên destan û malek ku kelpîçan hatibû çêkirina hatin dîtin .
QSD’ê bîlançoya operasyonê ya 7 rojan eşkere kir. Li gorî vê yekê
Di 7 rojên operasyonê de, zêdetirî 37 çete hatin girtin.
27ˊê Çileyê , Hêzên Asayişê li Kampa Holê ku buyerên êriş û kuştinê lê zêde dibûn, dest bi qonaxa sêyemîn a Operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” kir..
Derbarê encamên pêngavê yên hefteyekê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê daxuyaniyek da.
Li gorî vê;
Di roja yekê ya Operasyonê de 21 endamên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Gelek alav û madeyên teqemeniyê, mayîn, bombe û tunel hatin dîtin.
Di rojên duyemîn û sêyemîn de hêzan me bi dehan endamên DAIŞ’ê girtin.
Her wiha miqdareke mezin ji çek û cebilxaneyê desteser kirin; kemer teqandinê ji bo êrîşên terorîst ên mezin jî hat dîtin.
Çekên hatine binaxkirin li hundirê kampê yên ji bo piştgiriya terorîstên DAIŞ’ê dîtin.
QSD: Di 7 rojan de 37 çete hatin girtin
Weke bîlançoya destpêkê ya 7 rojan:
Hêzên operasyonê 37 terorîst ji şaneyên rêxistina DAÎŞ’ê girtin.
QSD: Heta ku kamp bi ewle bibe em ê bixebitin
QSD’ê eşkere kir ku ew ê rê nadin terorîstan ku ewlehî û îstîqrara kampê û niştecihên wê bixin xeteriyê û got:
“Operasyon li hundirê kampê bi awayekî ewlehî pêk tê û tu gefan li ser tu civakeke din naxwe.
Em rê nadin tundrawiyê û nahêlin rêxistina DAIŞˊê îdeolojiya xwe ya derewîn li herêmê û cîhanê belav bike.
Heta Kampa Holê û deverên din ên cîhanê bi ewletir bin, em di xebatên xwe de dewam dikin.”