Duh bi şev artêşa Amerîkayê ragihand ku wê li dijî navendên Îranê yên li Sûriyê û Iraqê 85 êrişên asîmanî pêk anîne.
Êrişên Amerîkî li dijî Feyleq El-Quds a girêdayî pasdarên Îranê pêk hatin.
Di êrişan de binesaziyên leşkerî, depoyên mûşek û dronan bi giştî bêtirî 85 deveran hatin armancgirtin.
Derbarê ziyanên van êrişan de çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku 5 ji wan li Dêrazorê bi giştî 18 milîsên Îranê li rojhilatê Sûriyê hatine kuştin.
Li Iraqê jî balafirên Amerîkî bêtirî 7 caran herêma Qaêm û Ekaşat topbaran kirin.
Berpirsekî ji wezareta hundirî ya Iraqê ji Franspreesê re ragihand ku êriş li dijî depoyên çekan û tabûrên huzbullahê pêk hatin û got ku kuştî û birîndar hene.
Pantagonê jî ragihand ku ev êrişên ezmanî li dijî milîsên Îranê li Sûriyê û Iraqê tenê destpêk e û got:
“Ev êriş weke tolhildan û bersiva ji êrişa ku 28’ê Çileyê li dijî baregeha Amerîka li bakur rojhilatê Urdinê de pêk hatin.”