Senatoya Amerîkayê pêşnûmeya qedandina beşdiyar hêzên Amerîkayê di şerê li dijî Îranê de pejirand.
Senatoya Amerîkayê bi piraniya dengan pêşnûmeya qedandina operasyonên leşkerî li dijî Îranê pejirand.
Ev pêşnume çend roj piştî îmzekirina peymana agirbestê pêk hat.
50 endaman dengê “Erê” dan pêşnûmeyê û 48 endaman dengê “Na” dan.
Di Senatoya Amerîkayê de, Partiya Komarî ji bingehî 100 kursiyan xwedî 53 kursî ye.
Partiya Demokrat jî xwedî 45 kursî ne û 2 kursiyên din ên kesên serbixwe ye.
Ev dide nîşandan ku piraniya endamên Partiya Komarî pêşnûme pejirandin.
Demokrat dibêjin, destûra Amerîkayê rayeya ragihandina şer dide Kongreya Amerîkayê tenê.
Turmp erêkirina pêşnumeyê rexne kir
Turmp erêkirina pêşnumeyê rexne kir û got :
“Ne di wexta xwe de ye û bê wate ye”.
Trump destnîşan kir ku ku pêşnume xebatên dan û standinên bi Îranê re asteng dikin.
Komarparêzan jî hişyarî dan ku pêşnûme bandoreke neyinî li dan û standinên diplomatîk ên her du aliyan bikin.



