Meclisa Sûriyeya Demokratîk têkildarî rewşa jiyanî û aborî ya li Sûriyeyê, daxuyaniyek da.
MSD’ê destnîşan kir ku kirîza aborî jiyana milyonan kesan zehmettir kiriye.
MSD’ê got, tişta rû dide , ne tenê krîzeke aborî ye, lê encama rasterast a nebûna reformên rastîn ên siyasî ye.
Her wiha hate diyarkirin ku berdewamkirina mîna vê siyasetê bihêle gelê Sûriyeyê berê xwe bidin penaberiyê.
Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku dema çareseriyeke siyasî tune be, dê rewşa aborî jî baş nabe û çareserkirin.
MSD: Em piştgiriya xwepêşandanên gel dikin
Li gorî vê yekê MSD`ê piştgirî da çalakiyên gel ên girêdayî daxwaza çareserkirinê rewşa jiyanî.
MSD’ê bal kişand ser xalên çareseriyê û got:
Ji bo hevkariya hemû gelê Sûriyeyê di sazkirina pêşeroja Sûriyeyê, pêwîste çareseriyeke siyasî ya giştî hebe.
Divê jinûvra saziyên dewletê dûrî hişmendiya desthildar û yeknavendî bê avakirin.
MSD: Divê rê li ber gendeliyê bê girtin
Divê ji bo aboriyeke adilane siyaseteke Aborî ya zelal bê destgirtin.
Ji bo parastina civakê pêwîste planên bi lez ên ji bo beşên civakê bê danîn.
Divê rê li ber gendeliyê bê girtin.
Lazime çareseriyeke siyasî ya giştî û domdar bê danîn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Sûriyeyê demildest bi hacetî misogerkirina jiyaneke ewle ne.



