CENTCOMA amerîkî ragihand ku di encama êrişeke esmanî li Urdinê de, 37 leşkerên amerîkî hatine kuştin û birîndarkirin.
Roja yekşemê Pentagonê ragihand ku êrişeke bi dronan li dijî baregeha “Burc22” a li bakur rojhilatê Urdinê û li ser sînorê Sûriyê ye pêk hatiye.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku di wê êrişê de, 3 leşkerên amerîkî hatine kuştin û 34 jî birîndar bûne.
Biden: Îran li dû êrişê ye û dê bersiveke tund werbigire
Serokê Amerîkayê Joe Biden komên girêdayî Îranê bi vê êrişê tawanbar kir û gefa bersiveke tund li wan xwar.
Her wekî endamên Kongressa amerîkî daxwaz kir ku bi lez bersiva Îranê were dayîn.
CNN: Huzbullah êriş pêk aniye
Di vî warî de, tora CNN a amerîkî eşkere kir ku “Huzbullaha li Iraqê li dû vê êrişê ye”
Li tenişta vê yekê koma bi navê Berxwedana li Iraqê ragihand ku wan 4 baregehên amerîkî kirine armanc, 3 ji wan li Sûriyê ye.