19 hezar welatî li Eyn Îsa bê av mane

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya navçeya Eyn Îsayê Sena El Elî li ser bandorên êrîşan axivî û got: “Di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker de stasyonê kehrebê ji xizmetê derketine û ji ber vê yekê bi hezaran welatî bê av mane.”

Sena El Elî diyar kir ku şênî niha avê ji bîr, xezanên erdê û qenalên avdanê peyda dikin û lêçûna vê yekê jî zêde ye û got:

“Ji ber êrîşan 19 hezar welatî li 275 gundan û navenda navçeyê ji avê bê par mane.”

Di dawiya axaftina xwe de Sena anî ziman ku ji bo ji nû ve av were berdan pêwîstî bi çaksazkirina stasyona kehrebeyê ya sereke heye.

Stasyona elektirîkê ya Eyn Îsayê ji sedî 80 zirar dîtiye

Back to top button