Stasyona elektirîkê ya Eyn Îsayê ji sedî 80 zirar dîtiye

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser binesaziya herêmê, wêraniyek zêde li pey xwe hiştiye.
Li herêmê di warê av, sotemenî û elektirîkê de, zehmetiyek zêde heye.
Di encama êrişan de, li stasyona elektirîkê ya navçeya Eyn Îsayê ji sedî 80 zirar pêk hatiye.
Ji ber wê 7 stasyonên avê jî rawestiyan e.

Li herêmê peydakirina av û elektirîkê pir zehemt bûye.

Mîna kantona Cizîrê li Firatê jî peydakirina beşek ji pêdiviyên sereke yên jiyanî zehmet bûye.

Ev yek piştî êrişên dewleta Tirk a qirker yên li ser herêmê pêk hat.

Artêşa Tirk a qirker di navbera 13-15’ê Çileyê 2024’an de, stasyona veguhastina elektirîkê ya navçeya Eyn Îsayê kiribû armanca êrişên xwe.

Ji ber êrîşan; elektirîka piraniya herêmê qut bibû û 7 stasyonên avê yên bi elektirîkê kar dikin jî rawestiya bûn.

Serokê Navenda Sererastkirina Elektirîkê ya Eyn Îsayê Îd El Selama li ser rewşa piştî êrişê li herêmê derketî ji ajansa Hewarê re axivî.

Îd El Selama da zanîn ku ji stasyonê, 8 xetên mezin ên elektirîkê yên bi navê Hîşe ronîkirin, Hîşe av, Xirbet Hedle ronîkirin, Zahîra av, Elîmat ronîkirin, Lîwaya Eskerî ronîkirin, xeta çîmento ronîkirin û Eyn Îsa ronîkirin derdiketin.

Ev xet pêdiviya elektirîkê ya herêmek mezin pêşwazî dikir.

El Selama diyarkir her yek ji van xetan, elektirk dida bi dehan gundan û stasyonên avê yên van herêman.

Bi rêya vê, bîrên avê jî dihatin karanîn.

Piştî êrişê, stasyon ji sedî 80 zirar dîtiye, lewma elektirîk ji ser 360 gundan qut bûye.

El Selama diyarkir ku 7 stasyonên avê yên bi navê Zahîra, Eyn Îsa, El Mixlet, Ebû Sûse, Yaxdik, stasyonên Hîşe El Xamiye û Neqiye ku bi elektirîkê kar dikirin jî rawestiyan e.

Serokê Navenda Sererastkirina Elektirîkê ya Eyn Îsayê Îd El Selama destnîşan kir ku xebatên sererastkirinê dewam in.

Back to top button