Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku di êrişa li Dêrikê de jinek û keça wê ya 4 salî hatine kuştin û hevserê wê jî birîndar bûye. Her wiha êrişkar piştî bûyerê reviyaye.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Parêzgeha Hesekê têkildarî tawana kuştinê ya 22’yê Hezîranê li Dêrikê qewimîbû, daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi çavdêriya rasterast ji Şaxê Lêpirsîna Tawanan, li ser bûyera ku di 22’yê Hezîrana 2026’an de li bajarê Dêrikê çêbû ku tê de jinek û zarokek hatin kuştin û kesekî din jî birîndar bû, dişopîne.
Ji ber pirsgirêkên berê yên ku di taxê de rûdabûn, kesê bi navê Şakûhî Xelîl Murad bi çeka xwe rasterast û aşkera gule berdan mala welatiyê bi nave Mihemed Elî Hemed.
Ev êriş bû sedema mirina jina bi navê Hesna Omer û keça wê a 4 salî Nalîn Husam û her wiha hevjînê wê Ehmed Hesam bi giranî birîndar bû û yekser veguhastin nexweşxaneya bajêr ji bo ku bê dermankirin.”
Fermadariyê da zanîn ku êrişkarê bi navê Şakûhî Xelîl Murad reviyaye û hate gotin: “Em di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de piştrast dikin ku hemû hêzên me û yekîneyên xwe, ji kêliyên destpêkê de yê vî sûcî ve rewşa seferberiyê ragihand û ev hewldan heya ku kesê reviyayî neyê girtin û cezayê xwe yê adil nestîne wê ev hewldan neyê sekinandin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Ji bo bûyera biêş em sersaxiyê ji xwe û gelê xwe yê li herêma Dêrikê re dixwazin û soz didin ku em ê tu carî rê nedin tu kesî ku destdirêjiyê li ewlehiya welatiyan û aramiya civakê bike.
Dilovaniya Yezdan li qurbaniyan be û şîfaya lezgîn ji birîndaran re.”



