Foca Agirkujiyê ya Qamişloyê plana awarte ya parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan bi dawî kir û ekîbên xwe vegerandin navendên sereke.
Foca Agirkujiyê ya Qamişloyê daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya fermî weşand û ragihand ku plana awarte ya taybet a ji bo parastina zeviyên çandiniyê bi dawî kir.
Focê diyar kir ku piştî bidawîbûna demsala çinînê, ew plana awarte bi dawî dibe. Focê da zanîn ku di çaçoveya planê de 22 nuqteyên sabit û gerok di nava zeviyên çandiniyê de hatibûn bicihkirin da ku di dema şewatan de bi lez bikevin nava tevgerê.
Focê destnîşan kir ku piştî demsala çinînê bi dawî bû, tevahî ekîbên xwe vegerandine navendên sereke yên bajaran.
Focê bi van gotinan spasiya hemû ekîbên agirkujiyê û kesên bi dilxwazî beşdarî vê xebatê bûne û yên destek dane kir: “Di dirêjahiya demsala çinînê de bi rihê tevkariyê 24 saetan xebitîn. Ev tevkarî bû sedema parastina erdên berfireh ên çandiniyê û xurtkirina ewlehiyê xurekê li herêmê.”
Focê bi bîr xist ku tevî ku hin şewat ji ber mercên hewayî ji kontrolê derketin, lê gelek şewat hatin vemirandin û di encamê de pêşî li xisarên mezin girtin.
4‘ê Hezîranê bi armanca parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan tîmên agirkujiyê li Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Çilaxa, Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer û Til Hemîsê hatibûn belavkirin.



