5 hunermend hewl didin tabloyeke hunerî ya ku nasnameya bajêr nîşan dide, biafirînin. Hunermendên ciwan navê bajarê xwe Kobaniyê nîgar dikin.
Komeke ciwanên ji Kobaniyê çend dîwarên bajêr bi grafîtiyê xemilandine û dîmenên ku wateyên jiyan û hêviyê vedibêjin, nîgar kirin. Wan her wiha navê “Kobanî” li ser dîwarên kolanên sereke û kêlekê nivîsandin da ku berxwedana qehremanî ya ku bajêr li dijî DAIŞ’ê nîşan da, bi bîr bînin.
Ciwanan diyar kir ku armanca wan ew e ku bajêr bixemilînin û hebûna navê Kobaniyê li her derê bi berhemên hunerî yên ku dîroka wê û qurbaniyên gelê wê nîşan didin, xurt bikin.
Ciwanan da zanîn ku ev wêne peyamek in ku bîranîna bajarekî ku qurbaniyên mezin dane û nirxên mirovahiyê parastine, nîşan dide. Her wiha dan zanîn “Kobanî bajarekî hêjayî xemilandinê ye û divê navê wê li her derê were nivîsandin da ku cîhan dîrok û qurbaniyên wê bizane.
Ciwanan got Kobanî dê wekî ku her kes dizane bimîne û ew ê qet nebe ‘Eyn el-Ereb’ an jî ‘Eyn El Îslam‘.
(k)



