Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Parêzgeha Hesekê nasnameya endamekî xwe ku di 20`ê Tîrmehê de di encama nexweşiya penceşêrê şehdî bû eşkere kir.
Di daxuyaniyê de Hêzên Ewlekariyê diyar kirin ku şehîd Xidir li pey xwe mîrateyeke ji diloziyê hiştiye, ew ê heval û gelê wî rêya ku bijartiye û tê de berdêl dane bişopînin.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
“Bi dilekî xemgîn fermandariya giştî ya hêzên ewlekariya hundirîn li parêzgeha Hesekê şehadeta hevalekê me radigihîne, hevalê me piştî xebateke dem dirêj ji ber nexweşiya penceşêrê gihîşte asta şehadetê, lê nexweşiyê nebû sedem ku ji erka xwe dûr bikeve.
Şehîd Xidir yek ji hevalên ku bi sekna xwe ya xurt û bi despilîn dihate naskirin, şehîd Xidir bi rihekî berpirsiyariyeke bilind tev digeriya. Ji dema tevlîbûna wê nav refên hêzên me û her wiha ji yekemîn kesê ku tevlî şoreşê bû li herêmê me û tevlî hemû şert û mercî zehmet li derdora wê li wî kar û xebatên xwe berdewam kir bi fedekarî, lehengî ji bo gelê xwe bû sembolek.
Her wiha tevî koçberiya ji gundê xwe, hevalê me ji karê xwe qut nebû û ev yek ji xwe re nekir pirsgirêk, her di rêya tekoşîn û berxwedanê de xebat da meşandin, di vê rêyê de gihîşte asta şehadetê.
Nasanemya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Xidir Simayîla
Navê Dayikê: Neîma
Navê bav: Hesen
Cih û dîroka ji dayikbûnê: Hesekê 1/1/1982
Dîroka tevlîbûnê: 2020
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê 20/7/ 2026
Em wek Fermandarê giştî ya hêzên ewlekariya hundirîn li parêzgeha Hesekê sersaxiyê dixwazin ji bo malbata hevalê şehîd û ji hemû hevalên wî re her wiha em soz didin ku emê riya wan ya tekoşînê bidomînin heya pêkanîna ewlehî û aramiyê ji bo gelê me.



