Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 hezar û 890 gund bê elektrîk man

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 hezar û 890 gund bê elektrîk man
her wiha ji ber van êrîşan bîr û stasyonên avê yên bi elektrîkê kar dikin, sekinîn.
Ji bo sererast kirina wan ew amûr ji welatên derve dikarin bêne peydakirin.
Lê ji ber herêm di bin ambargoyê de ye, lewma peydakirina wan amûran zehmet e.

Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, stasyonên elektrîkê bi temamî ji xizmetê derketine.

Li santrala elektrîkê ya Siwêdikê ku navenda stasyona elektrîkê ye, di encama êrîşan de 12 trîbunên wê têk çûn.

Stasyona gazê ya Siwêdikê ku dewleta Tirk a dagirker çar caran êrîş bir ser, bi temamî têk çû.

Bi vî rengî hilberîna gaza LPG’ê bi temamî sekinî.

Li Eyn îsa 300 Kobanê 360 gund bi giştî li Kantona Firatê 660 gund bê elektrîk man.

Di encama hilweşîna ji ber êrîşan bi giştî 2 hezar û 230 gund bê elektrîk man e.

Di encama êrîşan de gel bê av ma

Ji ber van êrîşan her wiha bîr û stasyonên avê yên bi elektrîkê kar dikin, sekinîn.

Li Kantona Cizîrê ji 450 bîrên ava vexwarinê tenê 124 ji wan av jê tê kişandin.

Stasyona avê ya Hilêliyê ku xizmetê dide ji sedî 75 ê şêniyên Qamişloyê ji ber êrîşa li ser stasyona elektrîkê nikare bê xebitandin.

“Ambargo li pêşiya peydakirina alavan dibe asteng”

Hevserokê Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Cizîrê Ekrem Silêman bandorê êrîşan nirxand û got:

“Sererastkirina navenda enerjiyê ya Siwêdikê zehmet e.

Ew amûr ji welatên derve dikarin bêne peydakirin.

Herêma di bin ambargoyê de ne, lewma peydakirina wan amûran vê gavê zehmet e.

“Li eyn Îsayê 300 gund, li Kobanê jî 360 gund di tarîtiyê de ne”

Hevseroka Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Firatê Ayşe Nasir jî li ser bandorên êrîşan axivî û got:

“Stasyona elektrîkê ya ku elektrîk dida 300 gundên Eyn Îsayê hate têkbirin.

Di encama wan êrîşê de jî stasyona elektrîkê ya ku 30 MWh elektrîk hildiberand û dida 360 gundên Kobanê hate têkbirin.

Li gel Eyn îsa û Kobanê niha 660 gund di tarîtiyê de ne, bê elektrîk mane.

Ji bo sererastkirina stasyonên elektrîkê li ber destê me alav nîne.”

Back to top button