Piştî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê xeteriya DAIŞ’ê

Hîn jî hebûna şaneyên DAIŞ’ê metirsiyeke mezin li ser Sûriye û cîhanê çêdike.
Nexasim ku di sala 2023’yan de çeteyan bi dehan êriş li dijî deverên cuda yên Sûriyeyê pêk anîne.
Li hember wan jî QSD û Asayîşê zêdetirî 100 operasyon û pêngav li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîne.
Her wiha di sala borî de Asayîş û QSD’ê 43 şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ji hev xistin.

QSD’ê di bihara sala 2019’an de çeteyên DAIŞ’ê di aliyê erdnîgariyê de li Baxoza Dêrazorê têk bir.

Piştî têkbirinê çeteyan bi rêya şaneyên weşartî êrîşê xwe domandin û didomînin.

Ji êrişên herî mezin ên DAIŞ’ê ji 2019’an ve, êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê di 20’ê Çileya 2022’yan de bû.

Ev êriş di heman roja salvegera êrişa dewleta Tirk dagirker li dijî kantona Efrînê ya 2018’an de pêk hat.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR);

Di encama 336 êrişên DAIŞ’ê yên sala 2023’yan de, 700 leşker û sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Ji wan 411 sivîl û leşkerên li herêmên hikumeta Şamê ne.

Êrişa herî tund a DAIŞ’ê li dijî hêzên hikumeta Şamê di Mijdara par de bû.

Li çolistana Sûriyê li nêzî bajarê Tedmurê 34 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

SOHRˊê da zanîn ku di encama 165 êrişên DAIŞ’ê yên li dijî deverên cuda yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 120 sivîl û şervanên QSD’ê şehîd bûn.

Li hember wê, QSD’ê 73 operasyonên li dijî DAIŞ’ê di sala 2023’yan de pêk anî.

Ji wan Birûska Cizîrê, Tolhildana Şehîdên Reqayê û Pêngava Xurtkirina Ewlehiyê ya Dêrazorê.

Di encama wan operasyonan de 12 çete, ji wan 4 serçete hatin kuştin û 352 çete û 5 serçete hatin girtin.

Her wiha di sala borî de QSD û Asayîşê 43 şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ji hev xistin.

Back to top button