Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi daxuyaniyekî êrişên li dijî herêmê şermezar kir û got: “Êrişên dewleta Tirk li ser girtîgehên DAIŞ’ê ji bo hemû herêmê gef in.”
Tevgera Çand û Huner, Yekîtiya Rewşenbîran, Yekîtiya Hunermendan û Tevgera Hîlala Zêrîn yên li herêma Feratê, li ser êrîşan daxuyanî dan û hat gotin:
“Dewleta Tirk a dagirker bi kiryarên xwe yên hovane sûcen şer dike.”
Nivîsgeha Kar û Barên Edaletê û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser li ser êrîşan daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, girtîgeha Sîna ya Hesekê hate hedefgirtin.
Ev êriş bi awayekî neynî bandor li ewlehiya herêmê dike.
Hewldanên çaksazkirinê û tedbîrên ewlehiyê ji bo parastina girtîgehên DAIŞ`ê asteng dike.”
Ji bo ku DAIŞ’ê sûdê ji rewşê negirin hevgirtin pêwîst e
Nivîsgeha Kar û Barên Edaletê û Çaksaziyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang kir û got:
“Em bang li civata navneteweyî û hêzên têkoşîna li dijî rêxistinên terorîst dikin ku helwesteke cidî li hember êrişan û encamên wê, nîşan bidin.
Ji bo ku DAIŞ’ê sûdê ji rewşê negirin hevgirtin pêwîst e.
Em destnîşan dikin ku gef û xetereyên DAIŞ’ê ne bi erdnîgariyekê sînordar in.
Bi awayekî mezin bandor li ewlehiya herêmê, cîhanê û wê li ser destkeftiyên hatine bidestxistin gef be.”
“Dewleta Tirk a dagirker bi kiryarên xwe yên hovane sûcen şer dike”
Ji bo heman mijarê Tevgera Çand û Huner, Yekîtiya Rewşenbîran, Yekîtiya Hunermendan û Tevgera Hîlala Zêrîn yên li herêma Feratê, daxuyanî dan.
Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya saziya Şûnwaran ya Herêma Firatê Elî Silêman ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gortin:
“Dewleta Tirk a dagirker bi kiryarên xwe yên hovane sûcen şer dike.
Hemû saziyên sivîl û xizmetguzariyê kirina armanca xwe pîvan û peymanên navneteweyî binpê dike.
Aramiya gelê herêmê bi êrîşên xwe dixwaze xira bike.
Ev êrîşan ku bandorê li binesaziyên saziyên sivîlan dike, sûcekî ne hiqûqî û dervî exlaqî ye.
Em civaka navdewletî bijartiye ku çavê xwe ji van hemû sûcên li dijî mirovahiyê digre bi tundî şermezar dikin.