Salvegea 6’an a destpêkirina êrişên li ser Efrînê

Bi boneya nêzbûna salvegera 6’an a êrişên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê saziya malbatê şehîdan a Hesekê, Til Temir û şaxê PYD’ê yê şehba bi daxuyaniyên cûda dagirkirina Efrînê şermar kirin.

Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta tirk êrişên dagirkirina Efrînê da destpêkirin.

Bi nêzbûna êrişên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê û hebsa sinaa a Hesekê şêniyên herêmê bi daxuyaniyên cûda van êrişan şermezar kirin.

Bi boneya salvegera 6. a destpêkirina êrişên dewleta tirk ên li dijî Efrînê û girtîgeha sinaa Meclisa Malbatên Şehîdan li Hesekê daxuyaniyek dan.

Saziya Malbatê Şehîdan a Hesekê êrişên li ser Efrînê şermezar kir

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Tirkiyê û çeteyên wê li ber çavê hemû cîhanê bi awayekî hovane êrîşî Efrînê kirin û wiha got:

“Tirkiyê di êrîşa xwe ya li ser Efrînê de hemû qanûn û rêgezên navdewletî binpê kir.

Ji dema dagirkirina Efrînê û heya roja îro jî Tirkiyê êrîş û hovitiya xwe ya li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, bêyî ku tu kes sînorekî ji hovetiya wî re deyne.”

“Dagirkeriya Tirk bi êrişa li ser girtîgeha Sînaa dixwaze DAIŞ’ê zindî bike”

Saziya malatê şehîdan balkişan li ser êrîşa li ser girtîgeha Sînaa jî û got:

Ev êriş komployeke mezin bû ku destê gelek welatan tê de hebû yek ji wan jî tirkiyê bû.

Armanca tirkiyê vejîna DAIŞ’ê ye.

Di êrîşên tirkiyê de ên li dijî herêmê Civaka navnetewî perpirse.

Em ê li hermberî hovetiya tirkiyê têkoşîna xwe bilind bikin û hemû hewlên wê vala derbixin.”

Melcisa Malbatê Şehîdan a Til Temirê: Em ji êrişên Erdogan natirsin

Bi heman armancê Meclîsa Malbatên Şehîdan li Til Temirê jî daxuyanî dan.

Meclîsê di daxuyaniya xwe de diyar kir dewletên navnetewî destûr dane tirkiyê ku van êrîşan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne û got:

“Erdogan behsa qutbûna kehrebê li Xezayê dike û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên dijmirovî pêk tîne.

Erdogan û alîgerîn wî hewl didin aramî û ewlehiya herêmê têk bibin.

Em ji gef û êrîşên tirkiyê natirsin ji ber ku teqez em ê bi ser kevin.”

Xelkên Şehba: Heta vegera Efrînê em ê têkoşîna xwe bidomînin

Li Şehbayê jî êrişên dagirkeriya tirk ên li dijî Efrînê hate şermezarkirin.

Bi navê Kurdîtiyê tiştek li Efrînê nema ye, Tirkbûn bi darê zorê tê ferzkirin

Back to top button