Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî dan malbata şehîd Henîfe Yûsif

Welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî dan malbata endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Henîfe Yûsif ku di 13`ê Nîsanê de şehîd bûbû.

Îro bi dehan welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariyê serdana konê sersaxiyê kirin û sersaxî dan malbata şehîd.

Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Remzî Bekir axivî û got: “Yên li ser fikr û felsefeya Rêber Ocalan mezin bûne, dev ji doza xwe bernadin û em jî dev ji pêkanîna armanca şehîdan bernadin.”

Li ser navê Kongra Star Amina Xidro û Zeyneb Elî jî diyar kirin ku bi saya fikr û feselfeya rêber Ocalan jin ji bo azadiya xwe tê dikoşe, ji ber wê tên hedefgirtin.

Her wiha li ser navê MSD’ê Arif Ebdo jî da zanîn ji bo vala derxistina êriş û planan divê têkoşîn bê mezinkirin.

Back to top button