Li Iraqê li dijî baregehê Amerîkî bi mûşekan êrîş pêk hat

Li rojavayê Iraqê baregehê ku leşkerên Amerîkî dimînin bi mûşekan êrîş pêk hat.
Êrîşê tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku aligirê Îranê ye girt ser xwe.
Pentagonê ragihandin ku piraniya mûşekên ku li baregehê hatine avêtin ji aliyê pergala parastina hewayî ve hatine îmhakirin.

Li rojavayê Iraqê li dijî baregeha leşkerî ya koalîsyona navneteweyî ya ku di bin pêşengiya Amerîka de li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin, êrîşeke mûşekî hate kirin.

Rayedarekî polîsê Iraqê ragihand ku 2 ji van mûşekan li navenda leşkerî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê ketine.

Hat diyarkirin ku 13 fuze ji aliyê pergala parastina hewayî ve hatine bêbandorkirin. Li baregehê leşkerên Amerîkî hebûn.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de wiha ragihand:

“Gelek mûşek û rokêtên balîstîk ji aliyê çekdarên bi piştevaniya Îranê ve li baregeha leşkerî ya Eyn Esed hatine avêtin.”

Êrîşê tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku aligirê Îranê ye girt ser xwe.

Li gorî agahiyên ku rayedarên leşkerî yên Amerîkayê dane, ji nîvê Cotmehê û vir ve nêzî 100 êrîş li leşkerên Amerîkayê hatine kirin.

Li hember van êrîşan, Amerîka li Iraq û Sûriyê hedefên milîsên girêdayî Îranê dike armanc.

Washington: Em êrîşa li ser hêzên xwe yên li Iraqê cidî digirin

Amerîkayê ragihand ku ew êrîşa komên alîgirên Îranê ku li dijî baregeheke hêzên Amerîkî li rojavayê Iraqê lê ne, “pir cidî” girt.

Artêşa Amerîkayê ragihand ku komên alîgirên Îranê di derengiya şevê de bi “mûşekên balîstîk û rokêtan” êrîşî Baregeha Esmanî ya Leşkerî ya Eyn el-Esed li rojavayê Iraqê kirin.

Cîgirê Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî Jon Finer di daxuyaniyekê de got:

“Ev êrîşek pir xeter bû ku bi mûşekên balîstîk hat bikaranîn.”

Em ê bersivê bidin rewşên bi vî rengî û van komên ku êrîşên xwe didomînin.”

Finer û Pentagonê ragihandin ku piraniya mûşekên ku li baregehê hatine avêtin ji aliyê pergala parastina hewayî ve hatine îmhakirin.

Back to top button