Meclisa Leşkerî ya Minbicê alîkar da malbatên ku li navendên hewandinê.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarê wê kon vegirtin û gelek malbatan xwe lê girtin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê alîkariyên xwarin û sotmenî da malbatên ku xwe li konan girtine.
Fermandarê Tûgeya Şehîd Dêrsim a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê Burkan El Qibê axivî û got: “Me mazota ji bo germkirin û xwarin pêşkêş kirin.
Em her tim amade ne xizmeta gelê xwe bikin, ji ber ku parastina wan û alîkarîdayîna wan erkên me ye.
Di her rewşeke awarte de em amade ne.”



