Li Silêmaniyê, Germiyan û Hewlêrê yên başûrê Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin.
Li navçeya Kelar a Germiyanê ji aliyê hejmarek çalakvan, xêrxwaz û welatparêzan ve kampanya komkirina alîkariyê hate destpêkirin.
Her wiha bang li tevahiya xelkê herêma Germiyan hat kirin ku piştgiriyê bidin kampanyayê.
Li Hewlêrê jî kampanya alîkariyê hate destpêkirin
Li Hewlêrê ji bo mexdûrên erdhejê kampanya alîkariyê ji aliyê 3 rêxistinan ve hate destpêkirin.
Di roja yekem de nêzîkî 5 barhilgir tişt hatine komkirin.