Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Til Rifatê û Babê topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Belûniya yê girêdayî navçeya Til Rifat a kantona Efrîn û Şehba Topbaran kirin.
Piştî wê dagirkeriya Tirk û çeteyên Mertala Firatê ji baregeha Şiwêhe careke din gundewarê Babê topbaran kirin.
Li gor Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Babê, dewleta Tirk û çeteyên wê bi hewanan gundê Kawkilî yê rojhilatê Babê bi dijwarî topbaran kir.
Beriya vê jî dewleta Tirk û çeteyên wê, gundê Til Rihal ê bajarê Babê topbaran kiribû.
Di encamê de, endamekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin.