Tundeya li ser jinan bi çalakiyên girseyî li Minbicê hatin şermearkirin

Gelek rêxistinên jinan yên Minbicê îro, ji bo êrîş û tundiya li ser jinê şermezar bikin daketin qadan.

Çalakiya şermezarkirinê bi mîtîngekî li Minbicê pêk hat.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir.

Di çalakiyê de li sernavê tevgera jinan daxuyaniyek hate dayîn

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Em ji dewleta Tirk ya dagirker re dibêjin bes e ji tunde û kuştinê re.

Her wiha em tu çarî li hibmber bertekên wê serî natewînin.”

Têkildarî heman bûyerê li Hevseroka Meclisa Tenfîdî ya bajarê Minbicê anî ziman û got:

“Em îroj bi yek rêzê li himber dagirkeriya desekin, dewleta Tirk di berteên xweyî qirêj dê derdewam dike.

Ez bi bîr dixim ku beriya çend rojan dewleta Tirk êrîşê gundewarên Minbicê kir di encamê de du jin jiyana xwe ji dest dan.”

Di dawiyê de Rêxistinên jinan bang li rêzixtinên Mafê Mirovan kir ku li dijî bûyerên kuştina jinan dawî li bêdengiya xwe bînin.

Çalakî bi sloganên ”Bes e ji êrîşên dewleta Tirk re ”bi dawî bû.

Back to top button