HPG: Li Metîna leşkerekî Tirk ê dagirker hat kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê di çarçoveya pêngavan de rojane derban li artêşa Tirk ya dagirker didin.
HPG’ê ragihand di encama çalakiyên ku hatin kirin de leşkerekî Tirk yê dagirker hate kuştin, 2 kamerayên mobeseyê jî hatin rûxandin

Gerîlayên Kurdistanê bi çalakiyan bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeran de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê ragihand gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li Metînayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidarxistin û ev agahî parve kir,

“9’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên li ser Girê Azad bi sekvaniyê çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. Heman saetê 2 kamerayên mobese yên li gir hatin rûxandin.”

HPG’ê da zanîn heman rojê komek dagirkerên li Boxaza Mîlîtan bûn hedefa gerîla.

Hat diyar kirin di vê çalakiyê de jî hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndarkirin nehatin zelalkirin.

HPG’ê da zanîn 3’yê Tîrmehê artêş Tirk li devera Bajêrgan a Gever a Colemêrgê dest bi operasyona dagirkeriyê kiriye û da zanîn 5’ê Tîrmehê jî balafirên şer derdora gundê Tilora bombebaran kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.

Hat diyar kirin 8, 9 û 10’ê Tîrmehê herêmên Xakurkê, Avaşîn û Zapê bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

HPG”ê da zanîn di van bombebaranan de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button