Di çalakiya HRE’yê de çeteyekî Tirkiyê hat kuştin

HRE’ê bi çalakiyên cihewaz bersiva êrişên dagirkeriya Tirkiyê dide û herî dawî jî di çalakiyeke wan de çeteyek dewleta Tirk hat kuştin.

Her wiha Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku hêzên wan di 6’ê Sibatê de çalakiyeke sekvanî(sûîqast) li Marî ya li bakurê Helebê li dar xist.

Li gorî navendê, di encama çalakiyê de çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hat kuştin.

Navenda Ragihandina HRE’yê ragihand ku wê çalakiyên xwe li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bidomînin.

Back to top button