Konferansa Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo li Reqa tê lidarxistin

Îro li Reqa di pêşengtiya Kongra star û Kombûna Jinên Zenûbiya Konferansa Azadiya Fîzîkî Ya Rêber Abdulleh Ocalan tê lidarxistin.
Konfirans di bin dirûşma “Bi felsefeya JIN. JIYAN. AZADÎ emê azadiya Rêber APO misoger bikin” pêk tê.

Ji Bakur û Rojhilarê Sûrî ji hemû pêkhateyan 250 delege başdarî konfiransê bûne .

Di hindirê wê de wê 3 mijar bên nîqaşkirin .

-Encamên Komploya navnetewî û bandora wê li ser rewşa siyasî .

– Binpêkirinên di derheqê Rêber Apo li gor pirosedorên Navnetewî .

– Çalakiyên pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo .

Wê mijar ji aliyê gelek parêzerên jin û berdevkên Kongira star ve bên gotubêjkirin .

Delegeyên ku beşdarî konferansê bûne ji televîzyona me re axivîn.

Ciwanên Kobanê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê daketin qadan

Back to top button