Siyasetmedarê Baskî Zûlaîka: Rêberê dîrokî yê gelê Kurd Ocalan divê azad bibe

Ev 25 sal in Rêber Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û, nêzî 3 sal in ti agahî jê nayê girtin.
Her wiha mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re bi temamî jê hatiye standin.
Derbarê mijarê de Siyasetmedarê Baskî Igor Zûlaîka bang li dewleta Tirk dike ku tecrîdê li ser Rêber Apo rake û azadiya wî misoger bike got:
“Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan divê azad bibe û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rola xwe rabe.”

Ji bo şikandina vê tecrîda li ser Rêber Apo 10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê daxuyanî hatin dayîn û bi vî rengî pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” destpê kir.

Berdevkê Têkîliyên Navneteweyî yê partiya Eûskal Herrîa Bîldû ku partiya koalîsyonê ya herî mezin a welatê Baskê ye, Igor Zûlaîka têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo û pêngava 10’ê Cotmehê axivî.

Zûlaîka anî ziman ku tecrîda Îmraliyê fikarê dide mirov û got:

“Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo me Baskiyan girîng e.”

Siyasetmedarê Baskî Zûlaîka bal kişand ser rolê Abdullah Ocalan ê di çareseriya pirsgirêka Kurd de û got:

“Azadiya Rêberê gelê kurd hem ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hem jî aştiya di navbera Tirkiye û Kurdan de girîng e.

Weke rêberê dîrokî yê gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî pozîsyona çareserkirina pirsgirêka Kurd e.

Ji bo dawî li şer were, pêdivî bi çareseriyeke demokratîk heye.”

Zûlaîka: Gelê Baskê jî ji bo Ocalan wê her li qadan be

Zûlaîka bang li dewleta Tirk kir ku tecrîda li ser Rêber Apo rake û azadiya wî mîsoger bike û wiha bidawî kir:

“Piştgiriya ji pêngava 10’ê Cotmehê re girîng e.

Pêngaveke bi vî rengî li ji bo azadiya girtiyên siyasî yên Baskî, li welatê Baskê jî heye.

Di pêngava ji Abdullah Ocalan re Azadî de cih girtin, ji bo me rêbazeke ku em piştgiriya xwe ya ji Kurdan re bînin ziman.”

Dr. Thomas Jeffrey Miley: Fikrê Ocalan li hember pergala emperyal alternatîfe

Back to top button