Dr. Thomas Jeffrey Miley: Fikrê Ocalan li hember pergala emperyal alternatîfe

Hîndekarê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Thomas Jeffrey Miley têkildarî komploya navneteweyî û azadiya Rêber Apo axivî.
Miley diyar kir ku girtîbûna Rêber Apo nîşaneya zilma li ser gelê kurde û got: “Ocalan, ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e.”
Ji Akademiya Jineolojiyê aktîvîsta Katalan, Nora Merîno jî diyar kir ku parastina Rêber Apo berpirsyariyeke dîrokî ye.

Li seranserî cîhanê bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her ku diçe zêde dibe.

Tevî gelê kurd û dostên xwe gelek siyasetmedarên cuda jî heman bangê dikin.

Hîndekarê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Thomas Jeffrey Miley têkildarî komploya navneteweyî û azadiya Rêber Apo axivî.

Miley diyar kir ku li pişt komploya navneteweyî NATO heye û wiha got:

“Girînge ku mirov revandina birêz Ocalan baş fêm bike.

Ji xwe DYA hêza emperyalîst a sereke ye di pişt vê komployê de heye.

Girtina Ocalan nîşan dide bê ka hêzên emperyalîst bi hev re çawa tevdigerin.

Her wiha alternatîfên Ocalan ji bo xwe çawa weke xetere dibînin.

Her kes pir baş dizane ku Ocalan ne tenê bi rola aştiyê radibe, di heman demê de fikrekî pêş dixe û dibêje ku li dijî pergala emperyal alternatîfek heye. ”

Dr. Thomas Jeffrey Miley: Jidervehiştina hiqûqê ya Ocalan, nîşaneya zilma li ser gelê Kurd e

Miley diyar kir ku jidervehiştina hiqûqê ya Rêber Apo, nîşaneya zilma li ser gelê kurd e û got:

“Bi nivîsên xwe yên têkildarî Modernîteya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk re yek ji wan zaynarên pêşeng e ku nîşan da bê ka alternatîfa li dijî modernîteya kapîtalîst çi ye.

Bi vê yekê re ne tenê xwe digihîne gelê kurd, her wiha xwe digihîne xeyala gelek radîkalên li cihanê.”

Nora Merîno: Parastina Rêber Apo berpirsyariyeke dîrokî ye

Ji Akademiya Jineolojiyê aktîvîsta Katalan Nora Merîno li ser heman mijarê ji ANF’ê re axivî.

Nora Merîno balkişand ser girîngiya çalakiyên ku ji bo azadiya Rêber Apo têne lidarxistin û got:

“Parastina Rêber Apo meseleyeke navneteweyî û berpirsyariyeke dîrokî ye.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me ye.”

Back to top button