Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku saziya têkildarî windahiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Şemiyê ve wê dest bi xebatên xwe bike.
Ji bo pêkanîna biryara Komeleya Giştî ya NY’yê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 29’ê Tebaxa 2023’yan Komîteya Windahiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir.
Komîte wê roja Şemiyê dest bi xebatên xwe bike.
Saziyê destnîşan kir ku wê xebatên xwe li navendên xwe yên li Qamişlo û Hesekê dest pê bike.
Berpirsê saziyê ku girêdayî Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser e parêzer Xalid Omer got:
“Ji destpêka damezirandinê ve komîteyê amadekariyên erkên xwe dikir.
Omer têkildarî bernameya komîteyê jî ev agahî da:
“Komîteyên li kantona Cizîrê wê heftê du rojan di şemî û sêşemê de ji saet 10:00`an heta saet 14:00’an pêşwaziya xizm û malbatên windahiyan bikin.”
Omer diyar kir ku di vê pêvajoyê de komîte wê belgeyan kom bike û lîsteya detayan li cem xwe amade bike.
Her wiha komîteyên şaxên li Kobanê, Reqa, Dêrazor, Minbic, Efrîn û Şehbayê wê di demeke nêz de bikevin meriyetê.