Meclisa malbatên Şehîdan a Helebê konferansek li dijî komployê lidar xist

Li seranserî herêmê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û şermezarkirina komploya navnetewî çalakî têne lidarxistin.
Li Heleb, Tebqa û Şedadê li dijî komployê çalakî hatin lidarxistin.
Hate gotin:“Bi her awayê û çi ji me were xwestin em ê ji bo azadiya Rêber Apo bikin.”

Meclisa Malbatên Şehîdan û Însiyatîfa Sûriyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi armanca amadekariyên salvegera 15’ê Sibatê konferansek li Helebê lidar xist.

Konferans bi beşdariya bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hat.

Di konfransê de gelek xal hatin nîqaşkirin û hate gotin:

“Azadiya fîzîkî a Rêber Apo kilîta aşîtiyê di Rojhilata Navîn de ye û bi taybet dîtina çareseriya siyasî ji doza gelê Kurd û dozên dîn e.

Ji ber vê yekê divê her kes ji aliyê xwe ve ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî bikeve nava tevgerê.”

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû.

“Komploya Navneteweyî negihişt armanca xwe”

Li Tebqayê jî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyniyekê komploya li dijî Rêber Apo şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniyê de got:

“Gelên cîhanê, hemwextî krîzên rejîmên çewsîner dijîn, li dora fikrê neteweya demokratîk kom bûn.

Ji lewma desthilata Tirkiyê tecrîdê giran dike.

Meclisê bang li her kesî kir ku asta têkoşîn bilind bikin û li dijî tecrîdê derkevin.

Li Navçeya Şedadê semînerek li ser komployê hate lidarxistin

Li navçeya Şedadê jî Komîteya Gaziyên Şer semînerek derbarê heman mijarê de lidar xist.

Beşdarên semînerê teqez kirin ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û li dijî tecrîdê bi her awayî têbikoşin.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Komploya Navneteweyî li dijî vîna gelan pêk hatî

Back to top button