Komkara Erebî ji bo kampa Hol û zindîkirina DAIŞ’ê bang kir

Komkara Welatên Erebî jî ji ber metirsiya vegera DAIŞ’ê û xeteriya rewşa li Kampa Holê, Koalîsyona navdewletî hişyar kir.

Bi boneya salvegera 2. a têkbirina DAIŞ’ê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê bi beşdariya Komkara Welatên Erebî civînek online pêk anî..

Di civînê de, behsa rizgarkirina herêman û serkeftina li dijî DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê hat kirin.

Sekretêrê Giştî yê Komkarê Husam Zekî, ji ber êrîşên DAIŞ’ê yên li herdu welatên navborî, metirsiya xwe anî ziman.

Zekî her wiha ji ber xeteriya rewşa kampên malbatên DAIŞ’iyan li Sûriyê hişyarî da û Kamp Holê weke dendika terorê ya pêşerojê bi nav kir.

Komkara Welatên Erebî ji hêzên navnetewî xwest ku bêhtir xwe biêşîne û çavkaniyên piştevaniya darayî yên terorîstan zûha bike.

Back to top button