Bi merasîmên girseyî li Kobanê û Dêrikê şehîdên êrişa 11’ê Sibatê ya li dijî Fedrasyona Gaziyên Şer hatin oxirkirin.
Di merasîman de soza domandina rêya şehîd Sorxwîn û Azadî hate dayîn û wiha hate gotin: “Bi her awayî em ê fedekariyên şehîdên xwe biparêzin û lê xwedî derkevin.”
Bi vî awayî merasîma oxirkirina şehîd Sorxwîn Rojhilat pêk hat.
Bi sedan şêniyên Firatê, hevalên Şehîd Sorxwîn û şandeyên ji herêmê beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.
Ji fermandarên YPJ’ê Rojda Felat jî soz da ku ew ê rêya şehîdên xwe bişopînin û xwîna wan li erdê nehêlin.
Li Dêrikê merasîma 3 şehîdan hate lidarxistin
Bi heman awayî xelkê Dêrikê jî ji bo oxirkirina şehîd Cabir El Ebo, Dilovan Çilaxa û Azadî Dêrik kom bûn.
Şêniyên Dêrikê, endamên saziyên sivîl, rûspiyên bajar û navçeyên Cizîrê beşdarî merasîmê bûn.
Di axaftinên li merasîmê hatinkirin de wiha hate gotin:
“Şehîdên me ji bo pêkanîna armanc û dozên gelê xwe û parastina axa xwe canê xwe feda kirin.”
Şehîd Mihemed Şêx Mistefa li Helebê hat oxirkirin
Her wiha şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Şêx Mistefa ku bi nexweşiyekê şehîd bû oxirkirin.
Li wir axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku şehîd Mihemed ji bo pêkanîna ewlehiya herêmê çek hilgirt û heta nefesa dawî şer kir û li ber xwe da.