Li Qamişlo Roja Radyo ya Cîhanê bi semînerekê hat lidarxistin

Li bajarê Qamişlo Yekîtiya Ragihandina Azad têkildarî girîngî û dîroka radyoyan û rêbazên pêşxistina wan saziyan li herêmê semînerek da.

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya Roja Radyo ya cîhanê semînerek bi dirûşma “Radyo; dengê şoreşa civakî” li Parka Xwendinê ya Qamişlo li dar xist.

Komeke rojnamevan, rojnameger û karmendên radyoyên xwecih ên kantona Cizîrê tev li semînerê bûn.

Di semînerê de behsa dîrok, rewş û girîngiya radyoyê li herêmê hate kirin.

Li gorî YRA’yê heta niha 15 radyo li herêmê hene ku bi zimanên fermi yên herêmê; erebî, kurdî û suryanî bernameyên xwe diweşînin.

Li rex wan jî radyoyeke taybet a kar û barên jinan bi navê Star FM heye.

Tê zanîn ku her sal 13’ê Sibatê Roja Radyo ya Cîhanê ye, ku UNESCO’yê sala 1946’an ku dîroka yekemîn radyoya NY’yê ye, wek rojeke fermî a radyoyê diyar kir.

Back to top button