YPG şehadeta şervanê xwe Cabir El Ebdo ragihand

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku şervanê wan Cabir El Ebo di qezayeke trafîkê de dema diçû mala xwe şehîd bûye.
YPG’ê ji malbat û gelê herêmê re sersaxî xwast û got: “Em careke din soz didin ku bîranîna hevrêyên xwe di têkoşîna me ya azadiyê de bidin jiyandin.”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihand ku şervanêkî wan di encama qezayeke tirafîkê de şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

“12’ê Sibata 2024’an, li navçeya Girkê Legê, hevrêyê me Cabir El Ebo dema ku ji bo îcazeyê diçû mala xwe, di encama qezayekê de şehîd bûye.

Navendê wiha behsa têkoşîna şehîd Cabir El Ebo kir û got:

“Hevrêyê me Cabir li navçeya Girkê Legê ji dayik bû û ji pêkhateya Ereb a vê herêmê ye.

Apê hevrêyê me û hevalê me Mehmûd di berxwedana Rimêlapaşa ya di dîroka Şoreşa Rojava de cihekî girîng digire, şehîd bû.

Xeteriya dijmin ne tenê li ser gelê Kurd bû, di heman demê de li ser hemû xelkên li vê herêmê xeteriya dijmin hebû.

Hem ji ber şehadeta apê xwe û hem jî ev rastiya dijmin da diyarkirin ku wê hevrê Cabir hîn zelaltir bikeve ferqa wê û lêgerîna xwe ya têkoşîna azadiyê bidomîne.

Weke her mirovekî li ser vê axê dijî armancekê wî hebû ku ew jî azadiya hemû gelan û jiyaneke bi hev re bû.

Hevrê Cabir bi vê rastiyê lêgerîna xwe ya têkoşînê temam kir û sala 2017’an ji warê ku lê ji dayik bû tevlî nava refên me bû.”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya YPG’ê sersaxî ji malbatê Cabir re xwest û got:

“Em sersaxiyê di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê me Cabir û ji hemû gelê me yê welatparêz re dixwazin.

Em careke din soz didin ku bîranîna hevrêyên xwe di têkoşîna me ya azadiyê de bidin jiyandin û her tim zindî bihêlin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wihaye:

Cabir El Ebo, li Girkê Legê ji dayik bûye, 12’ê Sibata 2024’an şehîd bû.

Nav û Paşnav: Cabir El Ebo

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Girkê Legê/12’ê Sibata 2024″ 

Back to top button