“Ti hêz nikare me ji Rêberê me dûr bixîne”

Gerîla azadiya Kurdisanê bi wesîleya salvegera 25’an a komploya navneteweyî axivîn û gotin:
“Em di têkoşîna xwe de bi biryar in. Ti hêz nikare me ji Rêberê me dûr bixîne.Em ê bi têkoşîna xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”

Gerîla bi wesîleya salvegera 25’an a komploya navneteweyî ji ANF’ê re axivîn û destnîşan kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê êdî misoger bibe.

Ji gerîlayên HPG’ê Dilxwaz Teyî got:

“Armanc ji komployê ew bû ku çand, ziman û mafê jiyanê ji gelê Kurd bê standin û bê qirkirin.

Di şexsê gelê Kurd de xwestin daxawza azadî û wekheviyê ya gelên bindest tune bikin.

Di dîrokê de ji bo ti rêberî çalakiya xweşewitandinê yan jî fedaî nehatiye kirin.

Ji bo azadiya Rêber Apo gelek mirovan bêteredût xwe feda kirin. Gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin”.

“Bi komployê qirkirina gelê Kurd hate armackirin”

Ji gerîlayên YJA Starê Milîtan Zagros da zanîn ku bi komployê tunekirina gelê Kurd kirin armanc.

”Weke milîtanên Rêbertî em sozê didin ku têkoşîna xwe mezin bikin.

Çalakiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewleta Tirk a faşîst tarûmar kiriye.

Sala 2024’an wê azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bike, baweriya me ya ji vê yekê mezin e.

Em ê ti carî nehêlin ku dijmin li Kurdistanê bigihêje armanca xwe.”

“Fikrê Rêbertî ji Rojhilata Navîn belavî cîhanê bû”

Ji gerîlayên HPG’ê Derwêş Kaziwa jî wiha behsa komplo û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike:

”Rêbertî hem bi berxwedana xwe û hilberîna xwe komplo pûç kir, hem jî bi îdeolojiya xwe ji Rojhilata Navîn belavî cîhanê bû.”

Derwêş Kaziwa anî ziman ku gerîla di her şert û mercî de li artêşa Tirk a faşîst dixe û got:

“Di şer de serweriya psîkolojîk di destê gerîla de ye. Kurdistan ne ya dewleta Tirk e, leşkerên xwe ji bo şerkirinê dişîne Kurdistanê.

Li Kurdistanê parçeyekî me nîne ku em bidin dewleta Tirk.

Kurdistan wê ji leşkerên Tirk re bibe goristan. Ji xwe bi wî rengî dibe.”

“Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin”

Ji gerîlayên HPG’ê Amed Başûrî jî işaret bi bandora Rêber Apo a li ser gelan kir.

“Dewleta Tirk ji bo têkiliya navbera gel û Rêberê me de qut bike tecrîdê di nava tecrîdê de ferz dike.

Em gerîla û gel vê yekê qebûl nakin. Hevrêyên me yên li zindanan di greva birçîbûnê de ne.

Kampanya ku tevgera me da destpêkirin, gelekî bal kişandiye.

Ji gelek derdoran li cîhanê ji bo Rêberê me çalakî têne lidarxistin, gerîla jî li çiyê çalakiyên mezin dikin.

Em di têkoşîna xwe de bi îdîa û bi biryar in. Ti hêz nikare me ji Rêberê me dûr bixîne.

Manewiyata me Rêberê me û hevrêyên me yên şehîd in.

Eger em nikaribin ji Rêber Apo agahiyê werbigirin, çalakiyên me wê bandoreke hîn mezin dewam bikin.”

Dûran Kalkan: Komplo xwedî armanca êrîşeke tunekirinê bû

Back to top button