Dewleta Tirk gundê Şehba topbaran kir-2 leşkerên Şamê hatin kuştin

Dewleta Tirk a dagiker careke din gundên Şehbayê Topbaran kirin.
Îro 2 leşkerên hikumeta şamê hatin kuştin, doh jî leşkerek û welatiyekî jiyana xwe ji dest dan.

Êrişa li gundê Til Medîq yê herêma Şehba dijî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê pêk hat.

Di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Di êrişa li ser gûndê Benê yê Şêrawa de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Doh jî dagirkeran gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê xalên hikûmeta şamê û şûnwarên sivîlan topbaran kir.

Di encama topbaranê de, leşkereke hikûmeta şamê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha topên dagirkeriyê erebeyeke welatiyan jî ketin.

Ji ber êrişê, welatiyê bi navê Ciwan Eswed jiyana xwe ji dest dide û Ednan Kito jî birîndar dibe.

Ednan Kito niha li nexweşxaneya navçeyê tê dermankirin.

Dewleta Tirk a dagirker, gelek dever bombebaran kir

Back to top button