Li herêmê komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Li Herêmê bi nêzîkbûna salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî çalakiyên li herêmê berfireh dibin.
Li Kantona Cizîr, Firat, Reqa, Tebqa, Minbic û Efrîn-Şehba bi çalakiyan komplo hate şermezar kirin.
Di çalakiyan de, banga azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên şermzarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo dewam dikin.

Bi vê armancê li Tirbespiyê meşke hate lidarxistin.

Piştî ku meş veguherî mêtingê, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Kîwan Kînan axivî û got:

“Hêzên komploger xwestin di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de vîn û berxwedana gelê Kurd têk bibe.

Lê gel bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan li ser pêya ye.”

Li kampa Waşûkanî a li Hesekê jî meşek hate lidarxistin.

Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê bi haman armancê daxuyaniyek da.

Hîlal Zêrîn banga azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo kir.

Meclisa Jinan a PYD’ê ya Girê Spî LI Eyn Îsayê der barê Komploya Navneteweyî ya ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de semînerek da.

Bi heman daxwazê ciwanên Kantona Firatên Meşa dirêj dest pê kirin.

Meşa li Kobanê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatî organîzekirin wê heta 15’ê Sibatê dewam bike.

Partiyên siyasî yên li kantona Reqayê daxuyaniyek dan û komplo şermezar kirin.

Li kantona Tebqayê bi dehan Dayikên Aştiyê û endamên Mala Gaziyên Şer gotin:

Komplo bi armanca dûrxistina gel ji fikrên Rêber Apo pêk hat.

Nivîsgeha Jinên Zenûbiya bi koodîneya Komîteya Şaredariyan a Kanotonê sermînerek der barê komploya Navneteweyî li dar xistin.

Li navçeya Fafînê ya kantona Efrîn û Şehbayê ye bi çalakiyekê komplo hat şermezarkirin.

Li Reqa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo konferansek hat li darxistin

Back to top button