HPG: Li Zap, Metîna û Şemzînanê 9 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Kurdistanê li bakur û başûr rojane derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin. HPG’ê ragihand li herêmên Zap, Metîna û Şemzînanê di encama çalakiyên gerîlayan de 9 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û gelek çeperên wan jî hatin rûxandin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşên dagirkeriyê didin. Artêşa Tirk li bakur û başûrê Kurdistanê ji ber derbên gerîlayan rojane windahiyên mezin dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşan û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de li dagirkeran xistine û ev agahî parve kir,

“10 û 11’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Mervan yê li Herêma Zapê çalakiyên bi çekên giran û çalakiyên sûîqestê hate kirin. Di van çalakiyan de 5 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

10’ê Hezîranê li dijî wesayîta dagirkerên ku ji Qereqola Meleyan a Şemzînê diçûne Tengava Meleyan çalakiyek sabotajê hate kirin. Di vê çalakiyê de wesayit hate rûxandin û 2 dagirker hatin kuştin.

11’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li qada Şikêrên Sor a herêma Metîna çalakiyeke suîqastê hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirker hate kuştin.

Heman rojê li dijî dagirkerên li qada Kêstê ya herêma Metîna bi suîkastê çalakî hate kirin. Li vir dagirkerek hate kuştin û 2 dagirker birîndar bûn.”

HPG’ê diyar kir operasyona dagirkeriyê ya li herêma Metîna 12’ê Hezîranê ber bi gundê Êzîdî ve hatiye berfirehkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku balafirên şer yên dewleta Tirk geliyê Basya yê Herêma Avaşînê û qadên Karker û Çemço yên herêma Zapê bombebaran kirin.

Hat diyar kirin ji ber van bombebaranan li herêmê şewat derket.

Back to top button