Hêzên hikûmeta Şamê nuqteyek Tirkiyê li çiyayê Erbi’în topbaran kir

Hêzên Hikûmeta Şamê nuqteyeke leşkerî ya Tirkiyê li çiyayê Erbi’în ê Idlibê, kir armanc.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, hêzên hikûmeta Şamê bi mûşekan êrîşî nuqteyeke dewleta Tirk li Me’zeraf a çiyayê Erbi’în kir.

Her wiha şevê din hêzên hikûmetê û çeteyên Tirkiyê li eniya Hereş Beynên li Bakurê Idlibê hevdû topbaran kirin.

Li aliyekî din çeteyan bi gelek mûşekan bajarokê Kenseba li Çiyayê Ekrad li başûrê Laziqiyê kir armanc.

Li gorî çavdêriyê, di encama van êrîşan de 4 sivîl hatin kuştin.

Li aliyekî din jî dagirkeriya Tirk gelek nuqteyên leşkerî yên nû di rojên derbasbûyî de ava kirin.

Back to top button